Îlon 28, 2023 09:10 Asia/Tehran
  • Dubarebûna aloziya li Dêrezorê û daxwaza alîkariyên Kurdên Sûriyê ji Rûsyayê

Fermandê Hêzên Sûriya Demokratîk ji Rûsyê xwest ku ji bo lihevkirina Rêveberiya Xweser bi hikûmeta navendî ya Sûriyê re derbarê rêveberiya rojhilatê Dêrezorê bikeve dewrê.

Zêrevanê Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 25 kes di encama alozîyên nû de li navça  rojhilatê Dêra Zorê hatine kuştin.

Ev navçe di bin kontirola Kurdên Sûriyê de ye û di şer û pevçûnên meha borî de di navbera hêzên Kurdên Sûriyê û şervanên eşîrên Ereb ên li vê deverê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor raporta rojnameya Middle East Eye, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanî, sedema aloziyên li rojhilatê Sûriyê nakokiyên navbera Kurdan û hikûmeta navendî  li ser çawaniya kontrolkirina vê navçeyê  da zanîn. 

Kobanî di hevpeyvîna bi rojnameya siyasî ya Mecelê re daxwaz ji Rûsyê kir ku zemînê bo lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser a Kurdan û Hikûmeta Navendî ya Sûriyê de derbarê rojhilatê Dêra Zorê de xweş bike.Mazlûm Kobanî gotiye, kurdan li ser rojhilatê Dêrezorê nekarîn bi Şamê re li hev bikin.

Lê duhîdi civîneke rojnamevaniyê li Moskowê, Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov amaje bi vê yekê kir ku Amerîka sedema hin aloziyan li Sûriyê bi taybetî li rojhilatê Dêra Zorê ye.

Wî Amerîka bi wê yekê tawanbar kir ku gumana pêkanîna hikûmetê ji  bo Kurdên qeraxa rojhilatê çemê Firatê  çêdike.

Wezîrê Derve yê Rûsyê herwiha Kurdan û Amerîkayê bi dizîna çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê ji wan genim û niftê  tawanbar kir.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyeke rojnamevanî de ligel hevtayê xwe yê Tûnisî, piştgiriya Amerîka ji Kurdên Sûriyê re weke binpêkirina serweriya Sûriyê nirxand.Lavrov Amerîka û Rêveberiya Xweser a Sûriyê bi dizîna nift û genimê Sûriyê tawanbar kir û got ku ev mijar li Sûriyê bûye sedam qeyrana aborê. 

Wezîrê Derve yê Rûsyê got ku Amerîkayê gumana pêkanîna  hikûmeteke  li rojhilatê çemê Firatê li Sûriyê pêk aniye.

 

Serepeyv