Îlon 25, 2023 16:59 Asia/Tehran
  • Bicihbûna berfireh a hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser sînorên hevpar bi Sûriyê re

Çavkaniyeke agahdar ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi piştgiriya hêzên Heşdî Şeibî bi çek û sîlenên xwe li sînorê hevpar bi Sûriyê re hatine bicihkirin.

 

Vê çavkaniyê ragihand: Ev kiryara hêzên iraqî, piştî veguhestina hêzên taybet ên Amerîkayê li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê li nêzîkî sînorên parêzgeha Neynewayê ya Iraqê cih tê.

Vê çavkaniyê her wiha diyar kir: Fermandarên ewlehiyê ji bo piştevaniya ji  sînorê hevbeş bi Sûriyê re hêzên zêdetir şandine devera sînorî ya Neynewayê .

Vê çavkaniyê diyar kir: Leşkerê Amerîkayê operasyonên xwe li çolistana nêzîkî xeta sînorî ya hevpar bi Sûriyê re ber bi çola  Neynewayê zêdetir kirine. 

 Van hêzana dest bi operasiyonên sîxurî yên esmanî li navçeyên nêzîkî xeta sînorî kirine û heta niha jî agahiyên zêdetir derbarê vê operasyonê û operasiyona  hewayî ya Amerîkayê nehatine ragihandin.

Li gor çavkaniyê hanê, ev kiryarên Amerîkiyan di çarçoveya alozkirina parêzgehên Neynewa û Kerkûkê  ku pêkhateyeke nifûsê ya  curbicur hene, cih tên. pêngava ku armancên wê ji her kesî re eyan e.

 

Serepeyv