Îlon 18, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Li Sûriyê 13 terorîstên aligirê Tirkiyê di encama şer û pevçûnekê de hatin kuştin

Li bakurê Sûriyê 13 terorîstên nasiyar bi Artêşa Neteweyî ya Sûr iyêTirkiyê di encama êrişa kesên nenas de hatin kuştin.

Çavkaniyên agehdar li bakurê parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê îro ragihandin ku di encama êrişa kesên nenas de 13 terorîstên  ser bi Tirkiyê hatin kuştin. ku hîna  tu kes an komekê berpirsiyariya  wê nedaye istûyê xwe . 

Kesên hanê îro serê sibê li gundê Ebleyê  li bakurê rojhilatê Helebê  bi awayekî samnak hatine kuştin û heta niha ti kes û komekê  berpirsyariya wê nedaye istûyê xwe.

Lê malpera  nûçan  a Eneb Belediyê  nivîsîbû ku îhtîmal heye ev êriş karê  mîlîtanên kurd ên Sûriyê nasiyar bi SDF be, lê heta niha Kurdan bertek nîşan nedane.

 Lê ji aliyê din ve, koma Artêşa neteweyî  ya Sûriyê jî di nav nakokiyên navxweyî yên  giran de ye û çekdarên ser bi koma Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra ya berê) ev demeke dirêj e hewl didin cuda bibin.

 

Serepeyv