Artêşa Sûriyê derbeke giran li terorîstên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i343514-artêşa_sûriyê_derbeke_giran_li_terorîstên_bin_sîvana_piştevaniya_tirkiyê_da
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî bi hevkariya hêzên hewa-feza yên Rûsyayê tevî jinavbirina sekûyên avêtina roketan û alavên leşkerî yên terorîstan, 111 terorîst li Idlibê kuştin ku pirraniya wan ser bi komên terorîstî yên Ensarul-Tewhîd û El-Qayîdeyê bûn.
(last modified 2023-09-10T03:32:20+00:00 )
Îlon 10, 2023 07:00 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê derbeke giran li terorîstên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê da

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî bi hevkariya hêzên hewa-feza yên Rûsyayê tevî jinavbirina sekûyên avêtina roketan û alavên leşkerî yên terorîstan, 111 terorîst li Idlibê kuştin ku pirraniya wan ser bi komên terorîstî yên Ensarul-Tewhîd û El-Qayîdeyê bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand, Hêzxên çekdar ên Sûriyê piştî operasyonên naskirin û şopandina berdewam a baregehên terorîstan, ev baregeh û çeper dan ber êrîşê û di encamê da çend depoyên cebilxaneyê hatin jinavbirin.

Artêşa Sûriyê her wiha li El-Futeyre û Sefûhenê êrîşî ser rêyên gihandina alîkariyê yên terorîstna kir.

Li Mellace û Hezarînê jî pevçûn bi awayekî perrate didomin. Artêşa Sûriyê operasyona paqojkirinê ya berfireh li van navçeyan dest pê kiriye. Sê navçe sala 2018an ketin bin kontrola Artêşa Sûriyê; lê navçeya çarem ku parêzgeha Idlibê û hin navçeyên parêzgehên Laziqiye, Hemah û Helebê digire ber xwe, hîn jî di bin kontrola komên terorîst da ye ku para pirtir ji aliyê koma terorîstî ya herî çalak li navçeyê yanî Tehrîrul-Şamê va tê kontrolkirin.

Koma Tehrîrul-Şamê (Cebheya Nusre) ku hertim tûşî şikestên bi dû hev ji aliyê Artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedana Îslamî li vî welatî bûye, hema wisda bi piştevaniya Tirkiyê  li navçeyên Kêmkirina Kêşeyê li Sûriyê çalak e û kiryarên xwe yên dijmçnane didomîne.