Tebax 28, 2023 09:55 Asia/Tehran
  • Nûçeyên newekhev derbarê revîna endamên DAIŞê ji zindaneke bakurê Sûriyê

Çavkaniyên nûçeya qala revîna girtiyên DAIŞê ji zindana El-Senaiyê li bajarê Hesekê û amadetiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li derdora zindanê kirin.

Piştî belavbûna nûçeyên newekhev derbarê revîna hêzên DAIŞê ji zindana El-Sanewiye El-Senaiyê li devera Qewîranê li başûrê Hesekê (bakurê Sûriyê), endamên HSDê yên ku Amerîka piştevaniya wan dike, li derdora girtîgehê bi cih bûne û rêyên ber bi girtîgehê  ve, girtin.

El-Meyadînê ji zarê çavkaniyên agehdar li bakurê Sûriyê ragihand ku endamên DAIŞê li zindana  El-Sanewiyê El-Senaiyê li taxa Qewîranê serî hildan lê ti kes ji wan nekarî ji girtîgehê bireve.

Di heman demê de, çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê ragihandin ku endamên HSD`ê ji ber serdana şandeke hevpeymaniya amerîkî bo zindana El-Senaeyê, derketine rewşa amadebaşiyê.

 Çavkaniyên nûçeyan ji  zarê artêşa Sûriyê ragihandin  ku komeke ser bi DAIŞ`ê ku ji 500 terorîstan pêk tê ji çolên Sûriyê  ve derbas bûne.

Gelek çavkaniyên nûçeyan dibêjin, leşkerên terorîst ên Amerîkayê paşmayiyên DAIŞê li Sûriyê perwerde dikin. Li gor nûçeyeke din, Hêzên HSD, Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Xebîl girtin. Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku, şeva borî Ehmed Xebîl li Hesekê hatiye girtin. Di heman demê de çend çavkaniyên din jî ragehandin ku, xizmên wî bi taybetî yên ser bi eşîra Xabilê nîgeraniya xwe li hember vê meselê dan diyarkirin û renge  bertek nîşan bidin.

 

منبع خبر

Serepeyv