Tebax 09, 2023 17:05 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Terorîzm li Sûriyê çêkiriya Tirkiyê ye

Serokkomarê Sûriyê di hevpeyîvîneke taybet digel Sky News'a Erebî da debarê dosyeyên cûrbicûr ji wan ceng, terorîzm û nakokiyên digel Serokkomarê Tirkiyê axivî.

Bişar Esed got: Ez li gorî şert û mercên Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê, pê ra hevdîtin pêk neyînim.

Li gorî gotina Esed, ev hevdîtin li gorî mercên Erdogan nikare pêk were. Armanca Erdogan ji rûniştia digel min li dor maseyekê, rewakirina hebûna dagirkerên Tirkiyê li Sûriyê ye. Esed tekez kir: Terorîzm li Sûriyê ji aliyê Tirkiyê va pêk hatiye.

Bişar Esed derbarê cîbecîkirina Kaptagonê (Captagon) li welatê xwe tekez kir: Welatên ku li Sûriyê alozî çê kirin, berpirsa bazirganiya madeyên hişber in.

Esed her wiha derbarê gotûbêjan navbera Dimeşq û Waşîngtonê jî got: Gotûbêja digel Waşîngtonê jin çend sal berê va dest pê bû û berdewam pêk tê û negihîştiye ti encamekê. Eger me xwe ji şêrr vekişanda, piştra diviyabû me berdêleke girantir bida. Me ji destpêka şêrr va dizanî ku ev şer dê şerekî dirêj be.

 

Serepeyv