Sê endamên HSD di encama êrişa Tirkiyê ser rojhilata Sûriyê hatin kuştin
Çavkaniyên nûçeyan derbarê kuştina sê mîlîtanên HSD di encama êrişa Tirkiyê bi xwefiran ser bajarê Minbicê li rojhilata Sûriyê agahî dan.
Artêşa Tirkiyê bi mehneya rawestana li ber terorîsan, ji sê salan berî niha ve hin beşên berfireh ên navçeyên bakur û bakur rojilata Sûriyê dagir kirine û dewamê didin êrişê xwe yên rojane ser van navçana û xerakirina bineszaiyên wan.
Çavkaniyên xwecihî yên agehdar li bajarê Minbicê li derdora Helebê roja yekşemiyê ragihandin ku sê mîlîtanên HSDyê duh piştî nîvro di encama êrişa esmanî ya Tirkiyê bi xwefirekê hatin kuştin.
Çavkaniyên hanê her wiha ragihandin ku endamên vê komê bi trimbêleke cîpê diçûn ku nêzîkî meydana El-Sêb Behratê li rojavaya bajarê Minbicê li derdora rojhilata Helebê cîpa wan teqî.
Çavkaniyên nêzkî bi mîlîtanên HSD yê ragihandin ku ev teqîna piştî êrişa Tirkiyê bi xwefiran cih hat.
Artêşa Tirkiyê û mîlîtaên tundrê yên ser bi wê di salên derbasbûyî de hewil dane ku bi guhertina demografiya navçeyên bakurî yên Sûriyê û derxistina xelkê xwecihî yên wan, endamên komên tundrê dewsa kurdan li van navçana bi cih bikin.