Tîrmeh 09, 2023 15:15 Asia/Tehran
  • Tevgerên bêmînak ên Amerîkayê li meydana gazê ya binb kontrola Kurdên Sûriyê

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê qala şandina hêzeke berbiçav a Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya Têkoşîna dijî DAIŞ'ê bo meydana gazê ya bin kontrola Kurdên Sûriyê li rojhilatê Dêrazorê kir.

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand: Amerîkayê 50 erebeyên leşkerî yên Hammer ên hilgira hêzên leşkerî û çek li nêzikî Bendava Tişrînê li Minbicê veguehstine Meydana Gazê ya Konîkoyê lin rojhilatê Dêrazorê.

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê her wiha qala daketina du helîkopterên barhilgir li baregeha amerîkiyan li Meydana Gazê ya Konîkoyê kir.

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê her wiha ragihand: Veguhestina hêz û alavên leşkerî bo vê meydana gazê ya bin kontrola Kurdên Sûriyê di du rojên derbasbûyî da berdewam bûye.

Tevgerên Amerîkayê li axa Sûriyê di halekî da ne ku Dimeşqê bi caran hebûna dagirkerên amerîkî li axa Sûriyê şermezar kiriye û xwestiye ku leşkerên amerîkî ji axa vî welatî vekişin.

 

Serepeyv