Tîrmeh 09, 2023 14:54 Asia/Tehran
  • Êrîşa terorîstî li Der'aya Sûriyê; 3 welatiyên sivîl hatin kuştin

Çavkaniyên sûrî ragihandin, ji ber êrîşa terorîstî li Der'ayê sê welatiyên sivîl hatin kuştin.

Sibeha îro Yekşemî di encama êrîşa terorîstî ya kesên çekdar li derdora Der'aya Sûriyê da, sê kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî vê raporê, kesek ji kuştiyan piştî ku ji aliyê terorîstan va hat revandin, di bin şikenceyê da canê xwe ji dest da.

Kesên çekdar ên nenas Yûsif El-Lebbad nasyar bi Yûsif El-Xeyriye li nav mala wî li taxa El-Adatê ya bajarê El-Senemeynê li baklurê Der'ayê dan ber êrîşê.

Di êrîşeke din da xortek bi navê Muhemed Hesen Herîrî piştî êrîşa ji aliyê terorîstan va li bajarê Herkê hat kuştin.

Di rojên derbasbûyî da êrîşa terorîstî li dorhêla bajarê Der'aya Sûriyê bû sebeba kuştina çar polîsan û birîndarbûna kesekî li bajaroka El-Mezîrîbê.

Sûriye di salên dawî da bûye qada şerê navxweyî û hebûna komên terorîstî yên piştgirîbûyî ji alyiê welatên rojavayî-erebî ku di encamê da heta niha bi sedan hezar kes hatine kuştin û bi miliyonan kes li nav û derveyî vî welatî aware bûne.

 

Serepeyv