Hezîran 22, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Şam: Komên kurd bûne darê destê Emerîkayê

Alîkarê Wezîrê karên Derve yê Sûriyê got: Komên kurd li bakurê vî welatî bûne darê destê siyasetên Emerîkayê.

 Îmên Sûsan,  Alîkarê Wezîrê karên Derve yê Sûriyê got: Komên kurd ên vî welatî di rewşeke pir xirab de derbas dikin û mixabin qebûl kirine ku bibin darê destê Emerîkayê bona ku ev welata planên xwe bi pêşde  bibe planên ku tenê bona derbelêxistina li Sûriyê û yekitî û yeperçetiya wê ne. 

 Sûsan her wiha got: Propjeya cûdaxwzaiyê ya kurdan li Sûriyê dê bi ser nekeve, ji ber ku  him gelê Sûriyê him jî hikûmet û civaka cîhanî dijberê vê yekê ne. Ji aliyê din va jî tevgerên ku ser cudabûna kurdan ji Sûriyê teqez dikin, ne nunerê kurdan in. Wî got ku  kurd beşeke cudanebûyî ji pêkhateya neteweyî ya Sûriyê tên hesabê. 

  Alîkarê Wezîrê karên Derve yê Sûriyê  bal kişand  ser îmkana  hevkariya leşkerî bo Tirkiyê re bona rawestana li ber projeya cudayîxwzaiyê û got: Bo vî karî divê hin pêwîstî bên berçavgirtin û ya yekê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji axa Sûriyê ye, ku divê di xişteyeke demê ya diyarî  de, ji aliyê Eneqrê va were ragihandin. 

 

Serepeyv