Hêzên sûrî û ûris opertasyoneke hevpar li Humsê pêk anîn
Hêzên sûrî û ûris opertasyoneke hevpar li parêzgeha Humsê ya Sûriyê pêk anîn.
Alîkarê Navenda Rûsî ya ji bo Aştiya Aliyên Dijber li Sûriyê ragihand ku hêzên leşkerên yên sûrî û ûris operasyona naskirin û lêgerînê ya hevpar li dijî terorîstan li parêzgeha Humsê pêk anîn.
Li gorî rapora Sputnik'ê, Oleg Gorînov Alîkarê Navenda Rûsî ya ji bo Aştiya Aliyên Dijber li Sûriyê got:
Hêzên Rûsya û Sûriyê karîn operasyoneke naskirin û lêgerînê ya hevpar li dijî terorîstan li bakur û bakurê rojhilatê parêzgeha Humsê li rojavayê Sûriyê bi cih bînin.
Alîkarê Navenda Rûsî ya ji bo Aştiya Aliyên Dijber li Sûriyê got: Di çarçova operasyona taybet a lêgerîn, pêşîlêgirtin û jinavbirina komên terorîstî da Artêşa Sûriypê û yekîneyên hevdudanî yên vî welatî bi hevkariya koma rûsî ev operasyon bi cih anîn.
Gorînov got: Di vê operasyonê da 20 terorîst hatin kuştin, 9 depoyên çek û muhîmatê û 30 cihên xweveşartinê yên komên çekdar ên neqanûnî hatin jinavbirin.