Buseyne Şeban: Sûriyê di têkoşîna dijî terorîzmê da li cîhanê xizmet kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i341544-buseyne_Şeban_sûriyê_di_têkoşîna_dijî_terorîzmê_da_li_cîhanê_xizmet_kir
Şêwirmenda taybet a Serokkomarê Sûriyê got ku welatê wê di têkoşîna dijî terorîzmê da li hemî gelê cîhanê xizmet kiriye.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
May 24, 2023 15:30 Asia/Tehran
  • Buseyne Şeban: Sûriyê di têkoşîna dijî terorîzmê da li cîhanê xizmet kir

Şêwirmenda taybet a Serokkomarê Sûriyê got ku welatê wê di têkoşîna dijî terorîzmê da li hemî gelê cîhanê xizmet kiriye.

Li gorî rapora IRNA'yê, Buseyne Şeban Şêwirmenda taybet a Serokkomarê Sûriyê îro digel Desteya Bereya Ewropayê ji bo berevaniya Sûriyê û Partiya Kaza Pondê ya Îtalyayê hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê da Buseyne Şebanê tekez kir, Têgihîştina desteyê ji tiştê ku li Sûriyê û di pêvajoya cenga terorîstî da qewimî û bêdadiya ku li dijî gelê Sûriyê hat sepandin ji bo me gelekî girîng e.

Şeibanê got: Di vê qonaxa dîrokî da xurtkirina peywendiyên navbera gel û agahkirina wan ji çand û şaristaniyeta kevn a Sûriyê û dadmendiya ku gelê Sûriyê ji bo bidestxistina wê şer kir û şehîd û birîndaran xwe di têkoşîna dijî terorîzmê da fîda kirin, girîng e.