Amerîkayê rahênana hejmarek çekdarên kurd li Sûrîyê dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i340645-amerîkayê_rahênana_hejmarek_çekdarên_kurd_li_sûrîyê_dest_pê_kir
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku hêzên amerîkî li bakur-rojhilatê Sûrîyê dest bi rahênan û fêrkirina 230 çekdarên kurd kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2023 14:35 Asia/Tehran
  • Amerîkayê rahênana hejmarek çekdarên kurd li Sûrîyê dest pê kir

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku hêzên amerîkî li bakur-rojhilatê Sûrîyê dest bi rahênan û fêrkirina 230 çekdarên kurd kirin.

Li gorî agahîyan 30 hêzên amerîkî li bakur-rojhilatê Sûrîyê dest bi rahênan û fêrkirina 230 hêzên YPG’yê li devera Şeddadîyê kirin.

Li gorî agahîyan ew rahênan li gundê Şêx Osman ser bi Şeddadîyê dest pê bûye û hêzên YPG’yê fêrî bikaranîna çekên nîşanbaz û qennasan û topan û şêwazên xweparastinê û bikaranîna zêrêhpûşên Biradli yên amerîkî tên kirin.

Eva di halekî da ye ku gel û hikûmeta Sûrîyê dijî mayîna hêzên amerîkî li axa wî welatî ne û hikûmeta Sûrîyê bi caran di nameyên bo NY û Konseya Emnî da xwestîye ku hêzên amerîkî ji axa Sûrîyê derkevin.