Nîsan 11, 2023 18:20 Asia/Tehran
  • Êrişên hewayî yên Amerîkayê ser hin navçeyan li bakûrê Dêrezorê

Çavkaniyên medyayî îro Sêşemiyê basa êrişên hewayî yên Amerîkayê ser hin navçeyan li bakûr rojhilatê parêzgeha Dêrezorê li Sûriyê kirin.

Rûsiye El Yewmê ji zarê çavkaniyên agehdar ragihand ku balafirên cengê yên Hevalbendiya NavbNeteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê, piştî êrişa muşekî ya şeva buhurî ser binkeya serbazî ya amerîkiyan li Meydana Gazê ya Konîkoyê, îro êrişî çend navçeyan li Dêrezorê kirin.

Van çavkaniyan ragihandin ku di encama êrişa balafirên cengê yên Amerîkayê da 2 navçeyên Hetle û Xeşam ku ketine bakûr rojhilatê parêzgeha Dêrezorê, ketine ber êrişan.

Êrişên ser binkeyên Amerîkayê li Sûriyê di van mehên dawiyê da pirr zêde bûne. Gelê Sûriyê dijî her cûre dagirkeriya li axa welatê xwe ne.

 

Serepeyv