Nîsan 10, 2023 15:03 Asia/Tehran
  • Rêûrisma yekemîn Şeva Qedrê li herema Hezreta Zeynebê (S)

Rêûrisma hişyarmayîna yekemîn şev ji Şevên Qedrê yên bi xêr û bereket li herema paqij a Hezreta Zeynebê (S) li Sûriyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press'ê ji Şamê, Di rêûrisma melekûtî ya Şeva Qedrê da beşdaran bi nimêjkirin, xwendina Qurana Pîroz û hilgirtina Quranê li serî digel Xwedayê xwe ketin sohbet û raz û niyazê.

Li gorî vê raporê, ziyaretkerekî libnanî li kêleka tirba Hezreta Zeynebê (S) got: Em ê sala bê van şevên bixêr li Qudsa Pîroz hişyar bimînin.

Şevên 19, 21 û 23ê meha Remezanê Şevêîn Qedrê ne û misilman bi hişyarmayîn, hilgirtina Quranê li serî, duakirin û xwendina Duaya Cewşen-Kebîrê, digel Xwedayê xwe dikevin sohbet û raz û niyazê.

Şeva Qedrê şevek e ku di tevahiya salê da ti şevek weke wê bi şan û cîgeh nîne û pêngavrakirina tê da baştir ji pêngavrakirina di hezar mehî da ye û tê da qedera sala bê ya însên tê nivîsîn.

Berbanga 19ê Remezana sala 41ê ya Koça Hetawî Ibni Mulcemê Muradî ji Koma Xewaricê dema ku Hezretê Elî (S) nimêja sibehê dikir, şûra xwe ya jehravî li seriyê wî yê pîroz xist.

Îmam Elî (S) piştî vê derbeyê li mala xwe hat razandin û du rojan piştra yanî 21ê Remezanê şehîd bû.

 

Serepeyv