Adar 26, 2023 16:06 Asia/Tehran
  • Şam: Êrîşa leşkerî ya Amerîkayê, nixûmandinek ji bo dizîna niftê li rojhilatê Sûriyê ye

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê tevî şermezarkirina êrîşa hêzên amerîkî li ser hin navçeyên Dêrazorê li bakurê rojhilatê vî welatî ku di encamê da çend kes birîndar bûn û hin zirar pêk anîn, ev kiryar wek nixûmandinek li ser dizîna niftê ji rojhilatê Sûriyê zanî.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê tevî şermezarkirina êrîşa vê dawiyê ya Amerîkayê li ser cihên neleşkerî li parêzgeha Dêrazorê, daxwaza hilêxistina helwêsta vebirr ji aliyê Civaka Cîhanî derheq vê destdirêjiyê kir û ragihand ku Amerîka derbarê cihên ku li Dêrazorê ketine ber êrîşê derew dibêje.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê her wiha ragihand: Şam li ser bidawîanîna dagirkeriya Amerîkayê, berfirehbûna serdestiya dewleta Sûriyê li ser tevahiya erdên xwe tekezî dike û ji gişt welatên cîhanê dixwaze ku van êrîşan şermezar bikin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê da hatiye, amerîkî her roj 80 tankêr nifta xav a dizî ji meydanên niftê yên Sûriyê bi rêya derbasgeha El-Welîdê vediguhezînin derveyî Sûriyê û derewên Amerîkayê derbarê baregehên ku êrîşî ser wan kiriye, tenê hewldaneke bêencam a Waşîngtonê ji bo pînekirina vê kiryara dijminane û binpêkirina aşkira ya hakimiyeta Sûriyê û yekparetiya axa wê û kiryarek li tûşa destdirêjiyên Rejîm aSiyonîst û êrîşên koma terorîst a DAIŞ’ê li dijî niştecihên vê devera Sûriyê ye.

Şermezarkirina vê kiryara amerîkiyan çend saetan piştî wê yekê ye ku ‘Joe Biden’ di nameyekê da bo serokên Kongre û Senaya vî welatî, ew derheq destûra xwe ji bo êrîşa li ser baregehên komên Berxwednqaê li rojhilatê Sûriyê haydar kirin.

Di vî warî da, Koma “Lewa ul-Xalibûn’ê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Yekîneya Xwefirran a Berxwedana Îslamî ya wan karî balefirgeha Rimêlanê li Sûriyê ku di bin dagirkeriya hêzên amerîkî da ye, bike armanc.

Di vê daxuyaniyê da tevî amajeya bi mukirhatina dagirkerên amerîkî derbarê vêya ku hejmareke leşkerên vî welatî hatine kuştin an birîndar bûne, hatiye: Ev operasyon û operasyonên din ku dê pêk bên, wek berteka rewa li hemberî cinayeta li dijî fermandeyên serkeftina li hemberî DAIŞ’ê û hevrêyên wan, her wiha cinayetên hovane û terorîstî yên hêzên amerîkî yên dagirker li navçeya Rojavayê Asyayê ne.

 

Serepeyv