Adar 24, 2023 18:03 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê gundên Til Temirê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê gundên Gozeliyê, Şêx Elî û Qubûr el-Qeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê bajarê Hesekeyê yê Bakur-rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê li Bakur-rojhilatê Sûriyê bê navber êrişên li dijî hêzên Kurdî pêk tîne û gund û bajaran topbaran dike.

Li gor çavkaniyên Desthilata Bakur-rojhilatê Sûriyê, şeva borî hêzên Tirkiyê gundên Gozeliyê, Şêx Elî û Qubûr el-Qeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê bajarê Hesekeyê yê Bakur-rojhilatê Sûriyê topbaran kirin, lê heta niha ti zanyarî li ser zeraran nehatine dayîn.

27ê Sibata borî jî, hêzên Tirkiyê derdora gundê Derdareyê li gundewarê Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekeyê gullebaran kiribûn, di encam de jinek birîndar bûbû.

 

Serepeyv