Balefireke nenqas êrîşî ser Dêrazorê li Sûriyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i340351-balefireke_nenqas_êrîşî_ser_dêrazorê_li_sûriyê_kir
Çavkaniyeke medyayî qala êrîşa balefirên şêrr ên nenas ser rojhilatê Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2023 12:22 Asia/Tehran
  • Balefireke nenqas êrîşî ser Dêrazorê li Sûriyê kir

Çavkaniyeke medyayî qala êrîşa balefirên şêrr ên nenas ser rojhilatê Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê kir.

Li gorî rapora Sputnik’ê, Balefireke şêrr a nenas ku muhtemel e îsraîlî be, çend mûşek ji axa Iraqê avêtin rojhilatê bajarê Dêrazorê yê li rojhilatê Spriyê.

Di vê raporê da hatiye, balefireke nenas  êrîşî ser navenda komkirina dexl û danê û Navenda Geşepêdana Gundan a li navçeya Herabeşê li rojhilatê Dêra Zorê.

Li gorî vê raporê, Ji ber vê êrîşî agirpêketin li van du niqteyan pêk hat û erebeyên agirvemirandin, ambûlans û tîmên alîkarîgihandin û rizgarkirinê jî bilez bo cihê êrîşê hatin şandin.

Nûçegihanê Sputnik’ê qala birîndarbûna 5 kesna ji ber vê êrîşê kiriye.