Balefireke nenqas êrîşî ser Dêrazorê li Sûriyê kir
Adar 24, 2023 15:52 Asia/Tehran
Çavkaniyeke medyayî qala êrîşa balefirên şêrr ên nenas ser rojhilatê Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê kir.
Li gorî rapora Sputnik’ê, Balefireke şêrr a nenas ku muhtemel e îsraîlî be, çend mûşek ji axa Iraqê avêtin rojhilatê bajarê Dêrazorê yê li rojhilatê Spriyê.
Di vê raporê da hatiye, balefireke nenas êrîşî ser navenda komkirina dexl û danê û Navenda Geşepêdana Gundan a li navçeya Herabeşê li rojhilatê Dêra Zorê.
Li gorî vê raporê, Ji ber vê êrîşî agirpêketin li van du niqteyan pêk hat û erebeyên agirvemirandin, ambûlans û tîmên alîkarîgihandin û rizgarkirinê jî bilez bo cihê êrîşê hatin şandin.
Nûçegihanê Sputnik’ê qala birîndarbûna 5 kesna ji ber vê êrîşê kiriye.