Adar 23, 2023 16:46 Asia/Tehran
  • Îraniyên niştecihê Sûriyê Cejna Neteweyî ya Newrozê pîroz kirin

Cejna Neteweyî ya Newrozê ji aliyê Şêwirmendiya Çandî ya Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê ji bo îraniyên niştecihê vî welatî hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Di vê cejnê da bernameyên ciyawaz weke şahî û mûzîkê hatin lidarxistin.

Her wiha ji kesên ku roja jidayîkbûna wan 1ê Ferwerdînê (21ê Adarê) bû, xelat hat dayîn.

Êvara Çarşemiyê jî rêûrisma pîrozkirina Cejna Newrozê ji bo berpirsên Komara Îslamî li Hotel Sheraton’a Şamê bi hewla Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê hat lidarxitin.

Cejna Newrozê cejneke kevn a bi koka îranî ye ku destpêbûna Sala Nû ya Hetawî di gelek welatan da tê pîrozkirin.

 

Serepeyv