Adar 23, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Piştî kuştina 4 kesan ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê va; Welatiyên Efrînê xwenîşandan li dar xistin

Welatiyên niştecihê Efrînê piştî kuştina çar kesan ji aliyê mîlîtanên ser bi Enqereyê li navçeya Cindirêsê kombûneke nerazîtiyê li dar xistin û daxwaza derketina hêzên artêşa Tirkiyê û mîlîtanên ser bi vî welatî ji Efrînê kirin.

Şeva Sersalê û hevdem digel pîrozkirina Cejna Newrozê, çekdarên koma ‘Ehrar ul-Şerqiye’yê êrîşî ser gel kirin ku di encama vê êrîşê da çar kes hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Neraziyan di vê kombûnê da daxwaza derketina hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi Enqereyê ji Efrînê kirin û ragihandin ku ew ê heta cezakirina sebebkarên vê kuştinê, rêûrisma oxirkirina meytên kuştiyan bi rê va nebin.

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan jî bi weşandina daxuyaniyekê derbarê bûyera tevkujiya vê malbata kurd a efrînî ji ber hilkirina Agirê Newrozê li Efrînê, ragihand: Destê Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wê li navçeyên bin kontrola xwe di binpêkirina mafên mirov da heye; Ev sazî ji Enqereyê dixwaze ku piştevaniya ji komên çekdar rawestîne.

 

 

Serepeyv