Adar 20, 2023 17:58 Asia/Tehran
  • Konsûlxaneya Erebistanê li Şamê piştî 12 salan dê were vekirin

Çavkaniyên agehdar ragihandin ku Erebistanê dil heye piştî meha pîroz a Remezanê Konsûlxaneya xwe li Şamê veke.

Çavkaniyên agehdar ji Sputnik’ê re ragihandin: Navbeynkariyên Rûsya û Îmaratê encama xwe hebûye û Erebistanê dil heye piştî meha pîroz a Remezanê Konsûlxaneya xwe li Şamê veke.

Çavkaniyên hanê her wiha ragihandin: Piştî rêketina vê dawiyê di navbera Îran û Erebistanê, hewildanên Rûsya û Îmaratê li pişt deriyên girtî encama xwe hebûye û bûye sedem Erebistan û Sûriyê li hev nêzik bibin.

Li gorî ragihandina çavkaniyn agehdar biryar e piştî Eyda Rojîtiyê ‘Feysel Bin Ferhan’ Wezîrê Karên Derve yê Erebistanês sefera Şamê bike û di sefera xwe vekirina balyozxaneya Erebistanê li Şamê bi fermî ragihîne.

Erebistana Seûdî ji sala 2011’an va û piştî nearamiyên li Sûriyê peywendiyên xwe bi vî welatî re qut kirin.

 

Serepeyv