Adar 03, 2023 18:08 Asia/Tehran
  •  Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO): Civaka cîhanî Sûriye ji bîr kiriye

Rêveberê Gişî yê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO) piştî seredana navçên erdhejlêxistî li bakurê Sûriyê, kiryara Civaka cîhanî di warê alîkariya bo erdhejlêketiyên li vî welatî de rexne kir.

“Tedros Adhanom Ghebreyesus”, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO) derbarê vê yekê de destnîşan kir: “Civaka navneteweyî Sûriye ji bîr kiriye. rewşa Sûriyê nalebar e.  “

 Wî seredana sê nexweşxaneyan û kampeke niştecihkirina demkî ya erdhejê li nêzîkî sînorê Tirkiyê kir.

 Rêveberê Giştî yê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO) got: “Gelê bakur-rojavayê Sûriyê hewcetî bi alîkaiya civaka cîhanî hene. Ez ji civaka navneteweyî, hikûmet û çalakvanên xêrxwaz dixwezim ku bila alîkariya vî welatî bikin.”

 

Serepeyv