Sibat 24, 2023 18:27 Asia/Tehran
  •  Rewşa nalebar a navçeyên erdhejlêketî yên bakûrê Sûriyê

Kovareka erebî nivîsî: “Şêniyên navçeyên erdhejlêketî yên bakûrê Sûriyê yên wekî Efrînê ku kontrola wan di destê hêzên çekdar ên di bin fermana Tirkiyê da ye, ji alîkariyên navneteweyî bêpar in.”

Kovara New Arab‘ê di raporeke têkildarî navçeya erdhejlêketî ya bakûr- rojavaya Sûriyê de nivîsî, şêniyên van nevçeyên erdhejlêketî bi zilm û zorbêjiya komên çekdar ve rûbirû ne ku di bin fermana Tirkiyê da ne û kontrola wan navçeyên kurdtêda yên Sûriyê girtine destê xwe.

Ev komên çekdar ku ji sala 2018`an ve bi piştgîriya artêşa Tirkiyê kontrola pişkên berfire yên navçeyên kurdtêde yên Sûriyê girtine destê xwe, pêşiya şandina alîkariyên navneteweyî bo navçeyên wekî Efrînê jî digirin û heta tê gotin ji welatiyên hewcedarê xêvetan 300 dolarî distînin û xêvetan didine wan.

Belavoka New Arab‘ê nîvîsiye, şêniyên navçeyên erdhejlêketî yên bakûrê Sûriyê heta nawêrin malên xwe yên kavilbûyî biterikînin ji ber ku malên wan demlidest ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve tên dagirkirin û bo jinûveavakirinê radestî malbatên çeteyan tên kirin.

 

Serepeyv