Sibat 24, 2023 14:36 Asia/Tehran
  • Rêberê Koreya Bakur hevxemiya xwe bi hikûmet û gelê Sûriyê ra diyar kir

Kîm Cong Ûn Rêberê Koreya Bakur di peyama xwe ya bo Bişar Esed serokkomarê Sûriyê da hêvî kir ku Şam bikare wêraniya pêkhatî ji ber erdheja wêranker a 7,8 Rîşterî ya vê dawiyê li pey xwe bihêle.

Li gorî rapora Reuters'ê, Ev duyemîn peyama Rêberê Koreya Bakur bo serokkomarê Sûriyê piştî erdheja giran li vî welatî ye.

Kîm Cong Ûn roja 8ê Sibatê jî bi peyamekê ji ber candayîna welatiyên Sûriyê ji ber erdhejê sersaxî dabû Bişar Esed.

Ji ber erdheja vê dawiyê li başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê, heta niha gellek welatan hevxemiya xwe tev hikûmet û gelên van du welatan ragihandiye û alîkarî dane wan.

 

Serepeyv