Sibat 21, 2023 14:50 Asia/Tehran
  • Êrişên ser hêzên amerîkî li Sûrîyê zêde bûne

Li gorî ragihandina Fermandetîya Navendî ya Hêzên Amerîkî (Centcom) îsal êrişên ser hêzên wan li deverên di bin kontrola kurdên Sûrîyê da zêde bûne.

Li gorî daxûyanîya “Fermandetîya Navendî ya Hêzên Amerîkî” ango Sentkomê, binkeya hêzên Amerîkayê li gundê Kesk’ê li deverên di bin kontrola kurdan da ketîye ber êrişê, lê ti xisara canî pêk nehat.

Belavoka Cradle’ê jî amajeyî êrişa ser binkeya Tenf’ê ya li başûr-rojhilatê Sûrîyê di 20ê Kanûnê da kir û wiha nivîsî: “Di wê êrişê da bi 3 xwefirrên teqandinê êrişî wê binkeyê hat kirin ku di encamê da çend hêzên amerîkî birîndar bûn.”

Vê belavoka herwiha nivîsî: “Xala balkêş a di wan êrişan da ew e ku bi giştî ti kes an komek berpirsyarîya van operasyonên dijî hêzên amerîkî nade ustîyê xwe.”

 

Serepeyv