Sibat 19, 2023 13:53 Asia/Tehran
  • Israyîlê êrişî taxeke bajarê Şamê kir

Rejîma Sîyonîst çend cih li bajarê Şamê dan ber mûşekan ku sîstema berevanîya esmanî ya artêşa Sûrîyê pêşî li wan girt.

Ajansa Nûçeyan a hikûmeta Sûrîyê (SANA NEWS) ragihand ku berbanga îro dengê çend teqînên giran li esmanê Şamê hat bihîstin.

Vê ajansê herwiha ragihand ku sîstema berevanîya esmanî ya artêşa Sûrîyê pêşî li wan mûşekan girt.

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin mûşekeke Rejîma Sîyonîst li taxa “Kefer Sûse”ya Şamê ket.

Ajansa Nûçeyan a hikûmeta Sûrîyê herwiha ragihand ku ew mûşeka li taxa Kefer Sûseyê li avahîyeke niştecîbûnê ket ku di encamê da çend kes şehîd û çend kes jî birîndar bûn.

Rêvebirê Sazîya Geştên Esmanî ya Hikûmeta Sûrîyê “Basim Mensûr” jî ragihand ku balafirgeha navneteweyî ya Şamê neketîye ber êrişê.

 

Serepeyv