Çile 29, 2023 19:48 Asia/Tehran
  • Karwanê eskerî yê nû yê Hevalbendiya qaşo dijî DAIŞ’ê gihêşt bakur-rojhilatê Sûriyê

Hevalbendiya navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞ’ê, karwanekî çek û rext û erebeyên eskerî bi rêya derbasgeha El-Welîdê derbasî bakur-rojhilatê Sûriyê kir.

 Hevalbendiya navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê karwanekî çek û rext û erebeyên eskerî bi rêya derbasgeha sînorî ya El-Welîdê li sînorê Iraqê derbasî bakur-rojhilatê Sûriyê kir.

karwanekî çek û rext û erebeyên eskerî bi rêya derbasgeha sînorî ya El-Welîdê derbasî bakur-rojhilatê Sûriyê hat kirin û piştre derbasî meqerên eskerî yên hevalbendiyê li Hesekeyê bûye û gihêştiye destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

 Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî di sê rojên derbasbûyî de ragihand ku 60 kamyopnên alîkariya lojêstîk derbasî navçeyên di bin kontrola HSD’yê li bakur-rojhilatê Sûriyê bûne.

 Hêzên amerîkî yên dagirker û hevalbendiya qaşo dijî DAIŞ’ê di halekî de li axa Sûriyê mane ku Şamê ev meseleya şermezar kiriye û xwestiye ku ev hêz ji axa Sûriyê derkevin.

 

Serepeyv