Çile 13, 2023 16:39 Asia/Tehran
  • Alîkariyên însandostane yên Îranê bo malbatên sûrî

Alkariyên Îranê yên însandostane gihîştin destê zêdetirî 100 malbatên sûrî.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Al-Alam'ê, Alîkariyên însandostane yên Îranê li nav malbatên şehîd û birîndarên sûrî li Taxa El-Metarê li Qamişloya Sûriyê hatin belavkirin.

Malbatên şehîd û birîndaran sipasiya Îranê ji ber helwêsta neguhêr di piştevaniya ji gelê Sûriyê da kirin û li ser xurtkirina peywendiyên navbera du welatan û li ser rola vê hevkariyê di xurtkirina Berxwedanê nemaze di rewşa boykotan û Qanûna Sêzarê (Caesar Law) ku armanca wê teslîmkirina gel e, tekez kirin.

Hevkariya Komara Îslamî ya Îranê bi Sûriyê ra stratejîk e û piştevaniya Tehranê ji dewleta qanûnî li vî welatî di heyama qeyrana Sûriyê da û alîkariya bo hikûmeta Esed di pêvajoya şerê dijî komên terorîstî yên cûr bi cûr vê yekê piştrast dike.

 

Serepeyv