Xwenîşandana niştecihên Dêrezora Sûrîyê dijî leşkerên amerîkî
Niştecihên deverên rojhilatê Sûrîyê bi bilindkirina ala welatê xwe li ser banê dibistanekê, nerazîbûna xwe himberî bicihbûna hêzên amerîkî li wê herêmê nîşan dan.
Hejmarek ji niştecihên gundê Zîban’ê li derdora bakur-rojhilatê Dêrezorê duh danê êvarê ala komara erebî ya Sûrîyê li banê dibistana gund bilind kirin ta ku nerazîbûna xwe himberî bicihbûna hêzên amerîkî yên dagirker li vê deverê nîşan bidin û piştgirîya ji hikûmeta Şamê ray bidin.
Gundê Zîban’ê nêzîkî meydana niftê ya El-Umer’ê ye, herêma ku berî bi destê leşkerên amerîkî were dagirkirin, cîyê jîyana karkerên sûrî bûye.
Hêzên amerîkî yên dagirker pirranîya meydanên niftê li herêma Cizîre ya Sûrîyê xistine bin kontrola xwe û nifta wê herêmê bi awayekî berdewam didizin.
Amerîkayê di mehên vê dawîyê da bi çend karwanan çek, alavên cengê û alavên locestîk derbasî wan meydanên niftê yên Sûrîyê kirîne.
Dewleta Şamê jî bi caran ragihandîye ku hêzên amerîkî bi awayekî neqanûnî li rojhilat û bakur-rojhilatê wî welatî bi cih bûne û armaca wan jî tenê talankirina sermîyanên neteweyî û nifta Sûrîyê ye.