Çile 01, 2023 18:13 Asia/Tehran
  •  Xirîstiyaniyên Helebê bi destpêbûna sala nû cejn û şahiyan li dar dixin

Hevdem digel destpêbûna sala nû ya mîladî (2023), xirîstiyaniyên Helebê li bakurê Sûriyê, hin cejn û şahiyan li kilîseyan li dar dixin.

Îro Yekşemî, 1ê Çileya 2023 û sersala nû ya mîladî ye.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Yek ji van kilîseyan li bajarê Helebê, kilîseya "Metraniye Ermen a Katolîk" e ku bi ronîkirin û xemilandinê mazûvaniya cejnên sala nû ya xirîstiyaniyann dike.

Berirsê çandî yê vê kilîseyê roja Şemiyê ji nûçegihanê IRAN Press'ê li Helebê ra got: Hemî beşên vê kilîseyê ji bo cejnên sersalê hatine amadekirin û odeya yekem ji bo aşpêjî, şîranî û xwaremeniyan e û li odeya duyem jî Papa Noel xwarin û şîraniyan pêşkêşî hemî mêvanan dike.

Hêjayî gotinê ye, li bajarê Helebê 12 kilîse hene ku van rojan bi saya hebûna ewlehiyê mazûvaniya şopînerên Hezretê Îsayê Mesîh (S) dikin.

Roja 14ê Kanûna 2016an bajarê Helebê li bakurê Sûriyê bi alîkariya serdarê şehîd Qasim Sulêymanî, Fermandeyê berê yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi tamî ji bin dagirkeriya terorîstên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.

 

Serepeyv