Xwenîşandana niştecihên Dêrazorê dijî HSD û amerîkîyên dagirker didome
Çavkaniyên medyayî qala xwenîşandana dubare ji aliyê niştecihên derdora Dêrazora Sûriyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û dagirkerên amerîkî kir.
Sana News, ajansa fermî ya Sûriyê ragihand: Di pêncemîn roja lipeyhev da xwenîşandana niştecihên derdora rojavayî ya Dêrazorê li dijî kiryarên HSD û dagirkerên amerîkî berdewam bû.
Çavkaniyên xwecihî ragihand ku niştecihên bajarokên Hermûşiye, Himar El-Elî, Kesre û Mehîmîdîyeyê duh xwenîşandan li dar xistin.
Di vê raporê da hatiye ku welatiyên sûrî yên nerazî li hemberî dagirkerên amerîkî û HSD'yê di van xwenîşandanan da bi şewitandina tekerên erebeyan çend rê girêdan.
Li gorî vê raporê, neraziyan her wiha bi bilindkirina hin dirûşmeyan daxwaza derketina mîlîtanên HSD'yê û dagirkerên amerîkî ji Herêma Cizîrê li Sûriyê kir.