Kanûn 24, 2022 18:29 Asia/Tehran
  • Di navbera endamên HSD’yê da pevçûn derket

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku hin deverên bakur û rojhilatê Sûrîyê di bin kontrola wan da ne, li bakur-rojhilatê Sûrîyê berbûn hev.

 

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA NEWS) ragihand ku duh li şarê Qamişloyê li bakur-rojhilatê Sûrîyê di navbera hêzên HSD’yê da ku Amerîka pişta wan digire, pevçûn derket û wan bi çekên curbicur ji wan bi reşaşeyê li Taxa Mehmeqîyeyê êrişî hev kir.

Di encama vê pevçûnê da hejmareke endamên HSD’yê hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmareke deqîq di vî warî da nehatîye ragihandin.

Li gorî gotina şehedên li Qamişloyê, pevçûna di navbera endamên HSD’yê da ewqasî giran bûye ku pekîya Taxa Wusta ya vî şarî jî û çend sietan berdewam bû.

SANA News’ê amajeyî vê yekê jî kir ku ew pevçûn bû sedema tirsa niştecihên bajêr.

Çavkanîyên sûrî dibêjin ku artêşa Amerîkayê nifta ku bi awayekî berfire ji çavkanîyên Sûrîyê didize, ji derbasgehên Welîd û Mehmûdîyeyê va vediguhêze nav axa Iraqê.

Eva di halekî da ye ku HSD’yê roleke girîng di têkşikandina koma terorîst a DAIŞê da hebûye.

Serepeyv