Kanûn 20, 2022 16:40 Asia/Tehran
  •  Nûnerekî MSD’yê: Helwesta Ewropayê ne di asta qurbaniyên HSD’yê de ye

Hefteyek e ku YE di civînên parlimana xwe da rewşa Sûrîyê û kurdên vî welatî hildikolîne. Nûnerê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Viyenayê jî dibêje ku helwesta Ewropiyan ne di asta qurbaniyên hêzên HSD’yê de ye.

Di civîna parlemantoya Ewropayê de, çendîn parlamenteran êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdistana Sûrîyê şermezar kirin û daxwaza sepandina ambargoya firotina çekan li ser Tirkiyê kirin.

Yek ji wan parlimanteran parlamentera Swêdî Evîn Încîr bû ku ligel hevkarên xwe daxwza kivşkirina  “navçeya qedexe ji bo firrîna balafiran kir.

Nûnerê MSD’yê li Viyenayê Selah Ferho dibêje "Di rûniştinên me yên bi wan re timî dibêjin em rêzê li we digirin ku we dewsa hemî aleme re şer kir û we DAIŞ şikand. Lê ev tenê di asta axavtinan de dimîne û ne di asta qurbaniyên HSD’yê de ye."

 

Serepeyv