Artêşa Sûriyê hêz û çekên nû şandin dorhêla Helebê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337946-artêşa_sûriyê_hêz_û_çekên_nû_şandin_dorhêla_helebê
Şandina çek û rextên nû ji aliyê artêşa Sûriyê va bo navçeyên bakûrê vî welatî nîşana îhtimala nêzikbûna operasiyonekê ye ku Tirkiyê gefa wê yekê xwariye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2022 14:14 Asia/Tehran
  •  Artêşa Sûriyê hêz û çekên nû şandin dorhêla Helebê

Şandina çek û rextên nû ji aliyê artêşa Sûriyê va bo navçeyên bakûrê vî welatî nîşana îhtimala nêzikbûna operasiyonekê ye ku Tirkiyê gefa wê yekê xwariye.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, Ev hêz û çek li bereya pêşîn a pevçûna digel komên çekdar ên bin sîvana Tirkiyê bi cih bûne.

Dîmenên derbasbûna çek û rextên artêşa Sûriyê bo Til Rifet û derdora wê li bakûrê Helebê û bicihbûna wan di hêla pêşîn a pevçûna digel komên çekdar ên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê nîşan dide ku îhtimala êrîşa Tirkiyê ya bejahî zêde bûye.

Tirkiyê du hefte pêş hişyarî da bû ku ew ê operasiyona leşkerî ji bo dagirkirina Til Rifet, Minbic û Kobanê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da ne, dest pê bike.

Hêzên Sûriyê jî hin çeperên nû li nêzikî hêla pevçûnê li derdora bajarê El-Babê îcad kirin ku navçeyên bin kontrola Artêşa Sûriyê û HSD'yê li aliyê rojhilat ji aliyekî va û navçeyên bin kontrola Tirkiye û komên çekdar ên girêdfayî bi wê ji hev vediqetîne.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîsmê ji derdora du sal û nîv beriya niha va hin deverên bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê dagir kirine û komeke leşkerên tirkiyeyî hema wisa li van navçeyan in.