Mijdar 14, 2022 16:26 Asia/Tehran
  • Bi hezaran kes li Qamişloya Sûriyê ji bo rexnekirina ji Tirkiyê kom bûn

Bi hezaran kes ji gelê Sûriyê bi kombûna li Qamişloyê li bakûrê rojhilatê vî welatî li hemberî cinayeta Tirkiyê û bikaranîna çekên kîmyewî li bakûrê rojhilatê Sûriyê kom bûn.

Gelê nerazî li bajarê  Qamişloyê nerazîtiya xwe li hemberî kiryarên Tirkiyê li navçeyê ji wan sûdwergirtina vî welatî ji çekên kîmyewî û êrîşa li ser endam û rêberên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û wêrankirina bax û zeviyên navçeyê û talankirina heyîtiyên gel nîşan da.

Tel'et Yûnis serokê Konseya Cihanînê ya Herêma Cizîrê di vî warî da got: Em ji NY, hemî rêxistinên navneteweyî û hevpeymaniya navneteweyî dixwazin ku helwêsteke tund li hember şer û tevkujiya ku dewleta Tirkiyê li dijî gelê me pêk tîne, bigirin ber xwe.

Tirkiyê gerçî ku li êrîşên xwe yên bi xwefirran mukir hatiye, lê hertim her cûre sûdwergirtina ji çekên kîmyewî an çekên din ên qedexe li navçeyê red kiriye.

Tirkiyê roja bihurî jî piştî êrîşa Stenbolê careke din bi behaneya serkutkirina hêzên dijî xwe, êrîşî ser hin navçeyên bakûrê Sûriyê kir.

Li gorî nûçeyeke din, Tirkiyê cihanîna plana venihêrînê li pêkhateya komên çekdar ên bin sîvana piştevaniya xwe li bakûrê Sûriyê dest pê kiriye; komên ku ji ber nakokiyê bi hev rav ketine pevçûna çekdarî.

Artêşa Tirkiyê niha zêdetir ji sed baregehên leşkerî yên neqanûnî li bakûrê Sûriyê ava kirine. Enqere îdia dike ku hebûna wê ya leşkerî li bakûrê Sûriyê bi armanca rêgirtin li gefa komên kurd ên çekdar e. Lê Şam vê yekê wek dagirkerî dizane.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîsmê, ji derdora du sal û nîv beriya niha hin navçeyên bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê dagir kirine û komeke leşkerên vî welatî hema wisa li van navçeyan in.

 

Serepeyv