Mijdar 10, 2022 11:53 Asia/Tehran
  •  Di topbarana artêşa Tirkiyê li ser Til Temirê de welatiyekî sûrî birîndar bû

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Siker El Ihmêr ê navçeya Til Temirê de li bakûrê Sûriyê welatiyê bi navê Mihemed Şiblî (65) birîndar bû.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Li gorî çavkaniyekî beşa tenduristiyê ji nexweşxaneya Til Temirê Mihemed Şiblî ji lingê xwe de birîndar bûye û rewşa wî niha baş e.

Gundê Siker El Ihmêr dîrokî ye û rasterast ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê hedefgirtin.

Hawar Newsê ragihandiye ku Artêşa Tirkiyê qada hedefgirtina navçeya Til Temirê fireh kir û gundên Um El Xêr û Til Qerebêt ê rojavayê navçeyê topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê gundên Tawîle, Til Tawîl, Til Cuma yên rojavayê Til Temirê û gundên Derdara, Ebûş, Mislte û Şêx ên bakurê navçeyê, gundê Til Şenan ê bakur rojhilatê navçeyê ku nêzî rêya M4 a di navbera Til Temir û Qamişloyê de topbaran dikir.

Ji aliyê din va, ​​​​​​​artêşa Tirkiyê gundewarê Zirganê topbaran kirin. Artêşa Tirkiyê gundên Rebîat û Bûbî yên navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.

Serepeyv