Cotmeh 31, 2022 08:16 Asia/Tehran
  • Buseyne Şe'ban: Amerîka û welatên rojavayî piştevana terorîstan in

Şêwirmenda siyasî û medyayî ya serokomarê Sûriyê got: Hin welatên rojavayî, Amerîka û Tirkiye pişta terorîstan li dijî Şamê digirin.

Buseyne Şe'ban Şêwirmenda siyasî û medyayî ya serokomarê Sûriyê roja Yekşemê di gotûbêjekê da tekezî li ser girîngiya piştevaniya Rûsiye û Îranê û piştevaniya exlaqî û dîplomatîk a Omanê ji Sûriyê kir û got: Artêşa Sûriyê serkeftinên mezin bi dest xistin û ev yek bû sebeb ku hin welatên rojavayî, Amerîka û Tirkiye pişta terorîstan li dijî Şamê bigirin.

Buseyne Şe'banê got: Dema ku terorîstan armancên ku ji bo wan hatibûn destnîşankirin bi dest nexistin, piştevanên wan ên darayî yanî amerîkî, tirkiyeyî û helbet israyîliyan hin beşên axa Sûriyê dagir kirin.

Wê her wiha got: Şer dê neyê rawestandin, ji ber ku armanca wan lawazkirina gelê Sûriyê û neçarkirina Sûriyê bi qebûlkirina tiştekî ye ku ew dîkte dikin û disepînin.

Şêwirmenda siyasî û medyayî ya serokomarê Sûriyê got: Berxwedana serokomar Bişar Esed, artêş û hevgirtina gelê Sûriyê, hegera mayîna vî welatî li hemberî komploya welatên rojavayî ye.

Li gorî nûçeyeke din ji Sûriyê, dagirkerên amerîkî hema wisa talankirina nefta Sûriyê didomînin û wan roja derbasbûyî jî 55 tankêrên nefta Sûriyê dizî.

Li gorî rapora SANA Newsê, Dagirkerên amerîkî roja Yekşemê bareke nû ji nefta Sûriyê ji bîrên neftê yên li Hesekeyê talan kirin û veguhestin baregehên xwe yên neqanûnî li bakûrê Iraqê.

Çavkaniyên xwecihî li derdora El-Îrebiyeyê ragihand, hêzên amerîkî yên dagirker 55 tankêrên hilgira nefta talankirî ya Sûriyê bi rêya derbasgeha El-Mehmûdiyeyê ya neqanûnî ji derdora Hesekeyê veguhestin Iraqê.

 

 

Serepeyv