Cotmeh 28, 2022 10:57 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundên rojhilatê Zirganê li bakûrê Sûriyê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê gundên Til Werd û Xirbet Şeîr ên Zirganê topbaran kirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), vê sibê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê gundên Til Werd û Xirbet Şeîr ên rojhilatê Zirganê  li bakûrê Sûriyê tobparan dikin.

Roja Pêncşemiyê jî ​​​​​​​4 gundên Zirganê hatin topbarankirin

Duh Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê bi top û hawinan gundên başûr û rojhilatê navçeya Zirganê topbaran kirin.

Ji aliyê din va, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê roja Pêncşemiyê gundên Dibis û Seyda û rêya M4 yên Eyn Îsayê jî bi çekên giran topbaran kirin.

Serepeyv