Cotmeh 25, 2022 09:03 Asia/Tehran
  • Terorîstên

Terorîstên Ehrar El Şamê li şûna Cebhe El Şamiye li bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûn.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Terorîstên Ehrar El Şamê ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) li şûna terorîstên Cebhe El Şamiye li 6 gundên bakur û rojavayê Minbicê belav bûn.

Diyar dibe ku ev bichkirina nû, berdewama planên Tirkiyê e piştî ku terorîstên "Heyeta Tehrîr El Şamê" (Cebhet El Nûsra berê) di hefteya borî de, Efrîna dagirkirî kontrol kir û Terorîstên Cebhe El Şamiye jê derxistin ku çûn li derdora Ezaz û Babê yên dagirkirî.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Cerablusê û çavkaniyên leşkerî yên 'Meclisa Leşkerî ya Minbicê', Cebhe El Şamiye, hemû nuqteyên xwe li gundên Cetel, Ereb Hesen El Sixîr, El Himran, Til Elî, El Şueyb û El Xedadîc radestî Ehrar El Şamê kirin.

Her wiha gelek nuqteyên xwe li mezra û baregehên leşkerî yên ku hêzên Tirkiyê lê bûn di nav de baregeha Yaşilî û mezraya Ebû Besme radestî Ehrar El Şamê kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, Terorîstên Sultan Murad, terorîstên Semerqend ên li rojavayê Minbicê ne, amadekariyan dikin ku di rojên bê de nuqteyên xwe radestî Ehrar El Şamê ya girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) bikin.

Serepeyv