Cotmeh 23, 2022 09:09 Asia/Tehran
  • Li qada petrolê ya ji aliyê Amerîkiyan ve li Sûriyê hatiye dagirkirin teqînek pêk hat

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku teqîn li kêlgeha petrolê ya "El-Omer" li rojhilatê Dêra Zorê ku ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatiye dagirkirin, hatiye teqandin.

Kanala nûçeyan a El-Meyadîn êvariya Şemiyê di nûçeyeke lezgîn de ragihand ku teqîneke bihêz li kêlgeha petrolê ya Omer ku baregeha hêzên Amerîkî lê ye, rû daye.

Heta niha sedema teqînê nehatiye diyarkirin.

Hate gotin ku balafireke bêpîlot a nenas bi çend mûşekan baregeha hêzên Amerîkî kiriye armanc.

Qada neftê ya El-Omer mezintirîn qada petrolê li Sûriyê ye ku mezintirîn baregeha Amerîkî li rojhilatê Dêrazorê tê de ye. Hikûmeta Sûriyê çendîn caran hişyarî daye ku hebûna van leşkeran neqanûnî ye û dê dawî li wê bîne.

Serepeyv