Artêşa Tirkiyê hin navçeyên Şehba û Şerayê li bakûrê Sûriyê topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337125-artêşa_tirkiyê_hin_navçeyên_Şehba_û_Şerayê_li_bakûrê_sûriyê_topbaran_kirin
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê gundê Hirbil ê herêma Şehbayê topbaran kirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 18, 2022 07:02 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê hin navçeyên Şehba û Şerayê li bakûrê Sûriyê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê gundê Hirbil ê herêma Şehbayê topbaran kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê gundê Hirbil ê herêma Şehbayê topbaran dikin.

Her wiha gundê Elqemiye yê navçeya Şera bû hedefa topbarana artêşa Tirkiyê.

Vê ajansê her wiha ragihand ku Artêşa Tirkiyê derdora gundê Kefer Naya yê Şehbayê topbaran kiriye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, Artêşa Tirkiyê gundên Kefer Naya yê herêma Şehbayê topbaran kiriye.