Cotmeh 15, 2022 15:07 Asia/Tehran
  • Kuştina terorîstên DAIŞê li Derayê ya Sûriyê

Çavkaniyeke sûrî ji şer û pevçûna navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyê û bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Derayê ya vî welatî û kuştina çend endamên vê gurûpê xeber da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûriyê (SANA) roja şemiyê, hêzên ewlekarî û artêşa Sûriyê bi hevkariya grûpên xwecihî, li operasyoneke ewlehiyê li bajarê Casimê li bakurê parêzgeha Derayê hejmarek ji terorîstên DAIŞê kuştin.

“Eyûb Fazil Cebbawî” bi nasnavê Ebû Mucahîd û “Îhem Feysel El-Helqî” bi nasnavê Îhem El Feysel di encama şer û pevçûnekê ligel hêzên ewlekarî û leşkerî yên Sûriyê de hatin kuştin.

Vê çavkaniyê eşkere kir ku piştevaniya artêşê bo armanckirina liv û tevgerên endamên koma têrorîst a DAIŞê li navçeyê berdewam e û li bajarê Casimê jî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Her wiha hin komên xwecihî yên bajarê Huran ji bo rûbirûbûna pêkhateyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ber bi navçeyên şer ve çûn.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a komên têrorîst ên ku Erebistan, Tirkiye, Amerîka û hevalbendên wan piştgiriya wan dikirin, ji bo guhertina hevkêşeyên navçê li ser qazanca Rejîma Siyonîst destpê bû.

Serepeyv