Îlon 26, 2022 17:14 Asia/Tehran
  • Di 9 mehan da 66 kes ji ber êrîşên xwefirrên Tirkiyê li ser kurdên Sûriyê hatine kuştin

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Artêşa Tirkiyê di 9 mehên derbasbûyî da 58 êrîşên bi xwefirran li dijî kurdên Sûriyê pêk anîne.

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê qala zêdebûna êrîşên Tirkiyê li ser kurdên Sûriyê piştî bêhêvîbûn ji pêkanîna êrîşên berfireh ên bejahî kir.

Li gorî rapora vê saziya çavdêriya li ser rewşa Sûriyê, Tirkiyê di 9 mehên derbasbûyî da 58 operasiyonên bi xwefirran li navçeyên bin kontrola kurdên Sûriyê pêk anîne ku êrîşa herî dawî jî li ser depoya cebilxaneyan a Hêzên Sûriya
Demokratîk (HSD) li nêzikî bajarê Kobanê li bakûrê Sûriyê bû.

Ji ber êrîşên Tirkiyê yên bi xwefirran li ser van navçeyan di 9 mehên derbasbûyî da, 10 welatiyên sivîl û 56 hêzên girêdayî bi kurdan canê xwe ji dest daye.

93 welatiyên sûrî jî ji ber van êrîşên Tirkiyê bi giranî birîndar bûne.

Tirkiyê bi behaneya şerê dijî PKK'yê, di sê salên dawî da gelek navçeyên bakûrê Sûriyê dagir kirine.

Serepeyv