Operasyonên neqanûnî yên Tirkiyê li bakurê Sûriyê berdewam in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i336437-operasyonên_neqanûnî_yên_tirkiyê_li_bakurê_sûriyê_berdewam_in
Leşkerên Tirkiyê di berdewamiya êrişên xwe yên neqanûnî de li bakurê Sûriyê 2 endamên YPGê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 13, 2022 04:43 Asia/Tehran
  • Operasyonên neqanûnî yên Tirkiyê li bakurê Sûriyê berdewam in

Leşkerên Tirkiyê di berdewamiya êrişên xwe yên neqanûnî de li bakurê Sûriyê 2 endamên YPGê kuştin.

Artêşa Tirkiyê ev çend sal in bi behaneya şerê li dijî terorê, beşek ji bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagîr kiriye, ev kiryareke ku ji aliyê gel û hikûmeta Sûriyê û herwiha civaka navdewletî ve hatiye şermezarkirin û ev yek binpêkirina mafên mirovan û serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê dane zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, Malpera nûçeyan a rojnama “Melî Gazte” ya Tirkiyê, li gor wezareta berevaniya niştimanî ya Tirkiyê îdia kiriye ku van her du endamên “YPG”ê bi mebesta êrişa ser hêzên artêşa Tirkiyê li herêma operasyona qaşo "Kaniye Aşitiyê" ya  li bakur Sûriye, êrişî hêzên artêşa Tirkiyê kirine. 

Wezareta berevaniya Tirkiyê herwiha careke din tekez kir, ku hêzên çekdar ên vî welatî dê operasyonên xwe yên li dijî komên "PKK" û "YPG" yên ku Enqere wan weke terorîst dibîne, berdewam bikin.