Îlon 12, 2022 17:57 Asia/Tehran
  • Bişar Ceferî: Amerîkaya dagirker piştevana terorîstan e 

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê derbarê hegerên dirêjbûna qeyrana vî welatî, got: Amerîkaya dagirker piştevana terorîstan û diza çavkaniyên gelê Sûriyê ye û Tirkiye jî bi rêya veguhestina terorîstan bo Sûriyê roleke wêranker dilîze.

Bişar Ceferî, Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê di hevdîtina bi Tariq Telaheme Alîkarê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di karûbarên însandostane li Rojhilata Navînê û Bakûrê Afrîqayê da, got: Destwerdanên derveyî li karên navxweyî yên Sûriyê, dûhatên xeternak bi xwe ra anîne û bûye sebeba dirêjbûna qeyranê li vî welatî. Wî got: Tirkiye bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û veguhestina terorîstan bo Sûriyê roleke wêranker di gurrkirina qeyrana vî Sûriyê da dilîze.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê tekez kir: Hin welat bi hegerên siyasî û bi binpêkirina nirxên exlaqî, biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya NY derbarê Sûriyê bi cih nayînin.

Ceferî got: Hemû biryarnameyên Konseya Ewlehiya ya NY derbarê Sûriyê, tekeziyê li ser hakimiyeta Sûriyê û serxwebûna siyasî û yekparçetiya axa vî welatî dikin, lê hin welat bi hegerên siyasî û bi binpêkirina rêzikên exlaqî, biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya NY derbarê Sûriyê bi cih nayînin.

Li gorî nûçeyeke din ji Sûriyê, çekdarên koma terorîst a Cebheya Nusreyê sê caran navçeya kêmkirina kêşeyê li Idliba Sûriyê dane ber êrîşê.

Koma terorîst a Cebheya Nusreyê ku hertim li hemberî artêşa Sûriyê tûşî têkçûnên lipeyhev bûye, hema wisa ji aliyê Tirkiyê va tê piştgirîkirin û kiryarên xwe yên dijminane didomîne.

Tirkiye di halekî da piştevaniyên xwe yên berfireh ji komên terorîst li Sûriyê didomîne ku vê dawiyê rayedarên wî welatî daxwaza asayîkirina peywendiyan bi Sûriyê ra kiribû.

Serepeyv