Îlon 07, 2022 15:52 Asia/Tehran
  • Kuştina serbazekî Sûrî û birîndarkirin 2 kesên din/Veguhestina çekên Amerîkî ji Iraqê bo Dêrazorê

Navenda Lihevhatina Rûsî li Sûriyê (Hemîmîm) ragihand ku di encama êrişa koma têrorîst a “Eniya El-Nusra” li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê de, leşkerekî sûrî hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora roja çarşemê ya ajansa nûçan a Sputnik`ê, "Oleg Igorov" cîgirê serokê navenda lihevhatinê ya Rûsiyê li Sûriyê ragihand: li parêzgeha Idlibê, di encama topbarankirina pêgeha artêşa Sûriyê de ji aliyê terorîstan ve li bajarokê Kefer Nabel li parêzgeha Idlibê  serbazekî sûrî hate kuştin û 2 kesên din ji xelkê bajarokê Kensefreh birîndar bûn.

Îgorov diyar kir: Di 24 saetên borî de 2 gullên giran ji çeperên eniya terorîstên El-Nusra yên li herêma kêmkirina rageşiyê li Idlibê hatin avêtin û gulleyek giran ber bi parêzgeha Idlibê û gulleyeke din a giran ber bi Laziqiyê ve hatin avêtin.

Ji aliyê din ve çavkaniyên nûçeyan îro Çarşemê danê sibê karwanek çek, amûr û alavên lojîstîk ên hêzên Amerîkî bi rêya derbasgeha neqanûnî ya "El-Welîd" li Rîfa bajarê Qamişlo derbasî navçeyên bakurê rojhilatê parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê bûn.

Ev demeke dirêj e artêşa Amerîkayê û pêkhateyên girêdayî wê bi awayekî neqanûnî li bakur û rojhilatê Sûriyê hene û ji bilî talankirina petrolê û genim û dexl û danên din ên vî welatî, li dijî gel û hêzên Sûriyê çalakiyan pêk tînin.

Serepeyv