Îlon 07, 2022 13:31 Asia/Tehran
  • Amerîkayê hin alavên xwe yên leşkerî ji Sûriyê birin Iraqê

Roja Sêşemê, medyaya fermî ya Sûriyê derbarê derxistina alavên leşkerî yên Amerîkayê ji Sûriyê û birina wan bo bakurê Iraqê xeber dan.

Ajansa fermî ya Sûriyê; SANAyê ragihand: Ev amûr 20 wesayitên zirihî digirin ber xwe ku wek her carê ji derbasgeha neqanûnî ya "El-Welîd" ya li parêzgeha Hesekê derbasî bakurê Iraqê bûne.

Ev liv û tevger rojekê piştî wê yekê tê ku artêşa Amerîkayê roja Duşemê karwanekî tankerên tijîkirî ji nefta dizî ya Sûriyê, ji baregehên xwe yên neqanûnî li derdora Hesekê veguhestin bakurê Iraqê.

Pêncşemiya borî hêzên dagîrker ên Amerîkayê 98 tankerên petrolê ji Sûriyê derbasî Iraqê kirin.

Berî niha jî Wezareta Derve ya Sûriyê ragihandibû ku kiryarên artêşa Amerîkayê di talankirin û bazirganiya neqanûnî ya çavkaniyên petrol û gaza Sûriyê bi piştevaniya komên çekdar ên ku ji aliyê Washingtonê ve tên piştgirîkirin, di warê derxistin, dabînkirin û belavkirin û sermayeguzariya petrol, gaz û çavkaniyên binerdî ên vî welatî de 107,1 milyar dolar ziyan gihandiye Sûriyê.

Serepeyv