Hêzên Tirkiyê yên dagirker careke din êrîşî ser bakûrê Sûriyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i336224-hêzên_tirkiyê_yên_dagirker_careke_din_êrîşî_ser_bakûrê_sûriyê_kir
Çavkaniyên ragihand ku hêzên Tirkiyê yên dagirker û kirêgirtiyên wan hin cihwarên jiyanê li Reqayê dane ber topan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2022 04:02 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê yên dagirker careke din êrîşî ser bakûrê Sûriyê kir

Çavkaniyên ragihand ku hêzên Tirkiyê yên dagirker û kirêgirtiyên wan hin cihwarên jiyanê li Reqayê dane ber topan.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîsmê ji çend sal berê va hin navçeyên bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê dagir kirine û beşeke leşkerên vî welatî hema wisa li van navçeyan in.

Li gorî rapora SANA Newsê, Komeke terorîst a bin sîvana piştevaniya hêzên Tirkiyê yên dagirker derdora bajaroka Eyn Îsayê û rêya navneteweyî ya M4'ê li dorhêla bakûrî ya Reqayê li bakûrê Sûriyê bi dan ber êrîşa bi topan.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, ji ber vê êrîşê hejmareke mal û heyîtiyên welatiyan tûşî ziyan û xisarê bûn û tirs li nav welatiyan belav bû.

Hêzên Tirkiyê yên dagirker û kirêgirtiyên wan Yekşemiya derbasbûyî jî gundê Qezeliyê li rojavayê Girê Sipî û derdora bajaroka Eyn Îsayê, Rêya M4'ê û du gundên Seyda û Mueleqê li bakûrê Reqayê dabûn ber êrîşê.