Tebax 25, 2022 09:43 Asia/Tehran
  • Artêşa Amerîkayê ya terorîst êrîşî ser hin navçeyê rojhilatê Sûriyê kir

Artêşa Amerîkayê ya terorîst careke din êrîşî ser hin navçeyên Sûriyê kir.

Artêşa Amerîkayê ya terorîst di salên dawî da bi caran ji bo piştevaniya ji terorîstan, êrîşî ser baregeh û binesaziyên Sûriyê kiriye.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Çavkaniyên nûçeyan berbanga Pêncşemiyê ragihand, Artêşa Amerîkayê ya terorîst êrîşên berfireh li dijî baregehên artêşa Sûriyê û komên berxwedanê li rojhilatê vî welatî pêk anîne û bergiriya asimanî ya artêşa Sûriyê jî dijî van êrîşan çalak bûye.

Hin medyayan jî qala êrîşên topxaneyên navbera artêşa Sûriyê leşkerên amerîkî li derdora navçeya Meyadînê ya parêzgeha Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê kir.

Hêzên amerîkî yên dagirker roja Çarşemiyê jî êrîşî ser binkeyên binesaziyê yên Sûriyê li Dêrazorê kiribû.

 

 

Serepeyv